Sûriye: “Tekane rêya normalîza bi Tirkiyê re; divê ji welatê me vekise”

05 September 2023 00:26 0 dîtin
Sûriye: “Tekane rêya normalîza bi Tirkiyê re; divê ji welatê me vekise”

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Sûriyê faysal Miqdad tevlî konferansa li Zankoya Şamê ya bi navê ‘VIA Arab’ bû. Miqdad di konferansê de behsa normalbûna têkiliyên navbera Sûriyê û Tirkiyê kir û got:

“Tirkiye dizane ku ji bo têkiliyên navbera me bibe weka berê, tekane rêya wê ku ji îşxala bakûrê Sûriyê vekişe.”

Li ser mijara Amerîkayê wezîr Miqdad ragihand ku Amerîka bakûrê Sûriyê dagir kiriye, heyiyên wan yaxma kiriye û destekê daye rêxistina terorê ya cudakar.

Heman ragihandin berê ji terefê serokê Sûriyê Beşar Esed de gelek caran hatibû dayîn û tevî navbeynkariya Rûsyayê Esad bi Tirkiyê re têkiliyan nedanîbû.