Pistî civîna li Bexdayê Sûriye got: Em ê Tirkiyê dawet bikin

06 December 2024 20:40 0 dîtin
Pistî civîna li Bexdayê Sûriye got: Em ê Tirkiyê dawet bikin

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Iraqê Fuad Huseyîn, wezîrê karên derve yê Sûriyê Bassam Sabbagh û wezîrê Îranê yê karên derve Abbas Arakçi, li Bexdayê civiyan lê li aliyê dinê grûbên muxalif yên Sûriyê Heyet Tehrir el-Şam (HTŞ) ji bajarê Hamayê ber bi Şamê de diçe.

Her sê wezîr li Bexdayê li ser pêşdeçûnên dawiyê yên li Sûriyê axifîn. Wezîrê karên derve yê Sûriyê ragihand ku wê welatên Yekîtiya Ereb û Tirkiyê dawetî civînê bikin.

Wezîrê karên derve yê Îranê Abbas Arakçi got ku Sûriye jî weka Iraqê û Îranê bûye bi qurbana terorê û bang li civaka navdewletî kir ku mudaxeleyê bûyerên li Sûriyê bikin.

Arakçi ragihand ku ewlehiya Îranê û welatên herêmê di  ewlehiya Sûriyê de ye û eger bixwazin welatê xwe biparêzin divê Sûriyê biparêzin.

Erakçi got ku Îran, wê her desteka xwe Sûriyê bide dewamkirin.