Sûriye | Rûsya û Tirkiyê pistî ser û topbaranê li hev kir

16 August 2021 18:15 0 dîtin
Sûriye | Rûsya û Tirkiyê pistî ser û topbaranê li hev kir

PeyamaKurd – Li pey topbarana hêzên rejîma Şamê û Firqeya 4an û şerê bi çekdaran re yê ji şeva borî ve li taxên Dera El-Beled a Sûriyê berdewam dikir, di navbera Rûsya û Tirkiyê de ku çekdarên opozîsyonê girêdayî wê ne lihevkirin çêbû.

Hat ragihandin ku îro danê sibehê nexşerêyeke agirbestê pêşkeş kiriye û piştî derketina sivîlên dorpêçkirî li Dera El-Beled û radestkirina çekan, taxên Dera El-Beled ji şevê din ve aram bûne.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) jî ragihandiye ku komîteya danûstandinan qebûlkirina bendên agirbestê bi temamî dereng dixe.

SOHRê diyar kiriye ku piştî komîteya danûstandinan ragihandiye ku wan bi temamî pêşniyara Rûsyayê qebûl nekiriye, topbaran û şer rû daye.