Rûsya: Em amade ne ji bo navbênkariya di navbera Sûriye û Tirkiyê de bikin

06 December 2022 14:04 0 dîtin
Rûsya: Em amade ne ji bo navbênkariya di navbera Sûriye û Tirkiyê de bikin

PeyamaKurdNûnerê Taybet ê Serokê Rûsyayê ji bo Rojhilata Navîn û Afrîkayê Mikhail Bogdanov diyar kir, welatê wan ji bo navbênkariya di navbera Sûriye û Tirkiyê de û ji bo mêvandariya danûstandinên di navbera serkirdeyên her du welatan de amade ye.

Li gor Bogdanov ji kenala “RT” re da zanîn: “Em di wê baweriyê de ne, ji bo lidarxistina civînên bi vî rengî, pêwîstî bi nêzîkbûneke cidî û zelal heye, ji bo encamên erênî bi dest bixe ku ji bo Sûriye, Tirkiye û tevahiya herêmê giring e.”

Di berdewamiyê de eşkere kir: “Em pêşwaziyê li vê pêngavê dikin û em her dem amade ne ku bersiva dostên xwe yên Sûrî û hevkarên xwe Tirk bidin. Eger ew dibînin ku sûde ji navbeynkariya me yan jî pêwîstî bi dabînkirina platformek Rûsî ji bo lidarxistina civînên bi vî rengî heye, em her dem amade ne.”

Bogdanov tekez kir, lidarxistina civîneke wiha girêdayî îradeya siyasî ya serkirdayetiya her du welatan e.

Wek tê zanîn, Rûsyayê demek e hewl dida ku di nava Tirkiye û Sûriyê de rûpeleke nû vebe û serokdewletên her du welatan hevdîtinê pêk bînin. 

Di dema dawî de asayîkirina pêwendiyên Tirkiye û Sûriyê bûbû rojev û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan gotibû, “Tu pirsgirêka me bi têkbirina Esed re nîne. Di navbera dewletan de diyalog û dîplomasiya siyasî nayê qutkirin.”

Nûçeyeke ajansa “Reuters” ku 3 çavkaniyên cuda wergirtiye diyar dike, Beşar Esed nexwestiye di vê serdema hilbijartinê de, destê Erdogan xurt bike loma jî daxwaza hevdîtina bi wî re red kiriye.

Herwiha rayadarên Sûrî jî dibêjin, egera nêzîkbûna bi Tirkiyê re heye û welatê wan amade ye pêwendiyan bi Tirkiyê re baştir bike, lê hin mercên wan hene, wek derketina hêzên artêşa Tirkiyê ji nava xaka Sûriyê û dawî li piştgiriya komên çekdar ên opozîsyona Sûriyê bîne.