Iraq: Em amade ne bikevin navbera Rûsya-Ûkraynayê da ser biqede
PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Ûkraynayê Dmitro Kuleba bi seredanekî fermî giha Bexdayê û bi wezîrê karên derve yê Iraqê bi Dr. Fûad Huseyîn re hevdîtin kir. Piştî hevdîtina her dû terefan, derketin ber çapemeniyê. Fûad Huseyîn di civîna çapemeniyê de weha got:
“Em dixebitin ku bibin perçeyekî ji çareseriya dawîlêanîna şerê navbera Rûsya û Ûkraynayê. Weke qaîde ji me re gelek zore ku em şer destek bikin. Weka prensîb em dixebitin da bibin perçeyekî ji çareseriya dawîkirina şer. Eger bixwazin, em amede ne bibin navbeynkar.”
Wezîrê karên derve yê Ûkraynayê Kubela jî ragihand ku ew tewrê Iraqê yê di wexta îşxala Rûsya de bi teqdîr qebûl dikin û tewrê Iraqê gelek rast bû. Kubela weha dewam kir:
“Iraqê piştî ku Rûsyayê Ûkraynayê îşxal kir destekê da Ûkraynayê. Em rayên Iraqê yên di Neteweyên Yekgirtî de teqdîr dikin. Ev peyama zelalbûna Iraqê ye ji bo me. Ez banga Fûad Huseyîn bi dilşxweşî qebûl dikim lê ew li ser tewrê Rûsyayê maye ku ji welatê me vekişe.”
Her dû wezîr behsa bandora şer ya li ser bihayên petrolê, behsa bazirganî û perwerdê kirin ku pêdiviya Iraqê û Ûkryanmayê bi hev heye. Her dû welat wê li ser projeyên hevpar bixebitin bê dikarin bi hevre çi bikin.
Kubela wê piştî hevdîtina bi Dr. Fûad Huseyîn re bi serokwezîrê Iraqê bi Sûdanî re hevdîtin bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin