Rûsya xwe ji vekisîna DYA ya ji Iraqê re amade dike

09 February 2024 15:11 0 dîtin
Rûsya xwe ji vekisîna DYA ya ji Iraqê re amade dike

PeyamaKurd - Di demeke ku ji ber şer û pevçûnên navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û rejîma Îranê ku bi  ser komên milîs ên Iraqê yên girêdayî xwe didomîne bala cîhanê li Rojhelata Navîn û bi taybetî li Xezze û Iraqê ye, Rûsyayê bi daxuyaniyekê nîşan da ku li gel Sûriyeyê, bala wê li ser Iraqê ye jî.

Wezareta Derve ya Rûsyayê ragihand ku Rûsya amade ye ji bo vekişandina hêzên biyanî û bihêzkirina hêzên ewlekariyê yên Iraqê alîkarî û hevkariya Iraqê bike.

Rêvebirê Beşa Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê yê Wezareta Derve ya Rûsyayê Alexander Kinschak, ji Sputnikê re ragihand ku Federasyona Rûsyayê amade ye ji bo bihêzkirina hêzên ewlehiyê yên Iraqê û vekişîna hêzên biyanî, alîkarî û hevkariya Iraqê bike.

Alexander Kinschak, gotinên ku wê DYAyê bi hêrs bike anî ziman û destnîşan kir ku Federasyona Rûsyayê, ji bo dabînkirina aramî, ewlehî, yasayî, sazûmanî û li ser piştgirîdayîna hewlên serkirdetiya Iraqê amade ye dest bi  hewldanan bike.

Kinschak got: "Di çarçoveya hevkariyên dûalî yên teknîkî û leşkerî de em amade ne ji bo bihêzkirina şiyana şer a hêzên ewlehiyê yên Iraqê, bi Bexdayê re hevkariyê bikin û alîkariya xwe pêşkêş bikin."