"Rûsya xwe ji bo serekî bi Rojava re amade dike"

29 November 2024 09:27 0 dîtin
"Rûsya xwe ji bo serekî bi Rojava re amade dike"

PeyamaKurd – Serokê Dezgeha Îstixbarata Derve ya Almanyayê (BND) Bruno Kahl îdia kir ku Rûsya xwe ji bo şerê bi Rojava re amade dike.

Kahl di çalakiya ku ji aliyê Komeleya Polîtîkayên Derve ya Almanyayê (DGAP) ve hat organîzekirin de axivî û got, “Rûsya xwe ji bo şerekî bi Rojava re amade dike. Pevçûnek leşkerî ji bo Kremlînê dibe vebijarkek gengaz.” Wî diyar kir ku îhtîmal e ku hêzên çekdar ên Rûsyayê heta dawiya dehsalê di warê personel û madî de li halekê bin ku êrişî Rojava bikin.

Kahl bal kişand ku li ser binesaziya Rojava sabotajê destpê kiriye û got, “Kremlin Almanyayê weke hevrik dibîne. Em welatê duyemîn in ku herî zêde piştgiriya Ukraynayê dike û ji ber vê yekê em bê guman li gor Moskowê aliyek in. Em wê qebûl bikin yan nekin, em rasterast bi Moskowê re di nav nakokiyekê de ne."

Kahl amaje bi wê yekê kir ku şerê li Ukraynayê bi nêrîna Pûtîn, bi rastî beşek ji nakokiyên Rûsya û Rojava ye û got, “Bi rêya Ukraynayê li dijî Rojava nakokî heye. Wateya vî şerî pir berfirehtir e; "Di eslê xwe de, mijar ew e ku em li Ewropayê nîzamek nû saz bikin, nîzamek nû ya ewropî ya piştî pasîfîkê û ji ber vê yekê, bi rastî, nîzamek cîhanî ya bi tevahî nû ye."

Herwiha Kahl destnîşan kir ku daneyên îstixbaratê nîşan didin ku îstîxbarata Rûsyayê stratejiyên şerê hevberî li dijî Rojava pêk aniye û ev yek bi piştgiriya dewletê û bêyî ti astengiyên exlaqî û qanûnî li Rojava pêk tê.

Kahl da zanîn ku Rûsya ji sala 2008an û vir ve guhertinên xwe yên pêkhateyên leşkerî bi pêş ve biriye û got, “Hêza leşkerî ya Rûsyayê bi taybetî di hêzên bejayî de zêdebûneke mezin nîşan dide. Kremlin plan dike ku her sal bi sed hezaran leşkeran werbigire, jimarek ku ji wendahiyên wê li Ukraynayê zêdetir e."