Rûsya: “NATO xwe ji bo serekî çekdar a fireh amade dike”

28 December 2021 00:58 0 dîtin
Rûsya: “NATO xwe ji bo serekî çekdar a fireh amade dike”

PeyamaKurd – Cîgirê wezîrê bergiriyê yê Rûsyayê Aleksandr Fomin li Moskovayê bi ataşeyên leşkerî yên dewletên biyanî re brîfîngekî lidarxist û xebatên NATO yê rave kir. Fomîn di birîfîngê de got ku NATO xwe ji bo şerekî berfireh amade dike.

Gomin, ragihand ku NATO di demên dawiyê de, gavan davêje da Rûsyayê bide rawestandin û Rûsya hewl daye ku gelek caran bi NATO rê têkiliyan deyne. Rûsya sînorên xwe yên rojava bêsîlih kiriye û her wext amade ye ku bi welatên Rojava re têkiliyên erînî deyne. Fomin got ku NATO ji bo şerekî bi Rûsya re amade dike û weha got:

“Di bunya NATO de hinek hedef hatin danîn ku bi Rûsya re di asta bilind de amadekariyên şer dike. Di belgeyên NATO yê yên stratejiya demên dawiyê de, Rûsyayê ji bo ewlehiya NATO yê weka çavkaniya bingehîn ya dijmin dibîne.

NAT0 her sal 30 tetbîqatên mezin çêdike, li welatên Rojhilatê Awrûpayê li dor 13 hezar leşkerên wê hene, di yekîneyên leşkeran de 200 tank, 400 alavên zirxî, ji 30 yî zêdetir balafirên şer û helîkopterên wan hene.

Me du daxwaznameyên weka pêşniyar di derbarê garantiya ewlehiyê de daye NATO yê û em hêvî dikin ku şêwrên erênî bên kirin. Em bende ne ku NATO zûtir bersiva me bide. Em amade ne, di her wextê de dest bi muzakereyan bikin.”