Netanyahû: Em ji bo serekî berfireh amade ne

29 November 2024 14:34 0 dîtin
Netanyahû: Em ji bo serekî berfireh amade ne

PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahû, doh pênşemê (28.011.2024), ragihand: “Eger Hizbulah agirbestê binpê bike, şerekî giran dê derkeve.”

Herwiha got: “Me dawî li gefên li ser Îsraîlê yên li bakur bi dawî kirin, lewma jî êdî şêniyên wê deverê dikarin bi ewlehî vegerin.”

Roja 27ê mijdara 2024an, agirbesta şer li Lubnanê ji aliyê Îsraîlê ve hat pejirandin; lê artêşa Îsraîlê ragihand ku ji ber tevgerên Hizbulahê yên ji bo bidestanîna çek û cebilxaneyan me êrîşî başûrê Lubnanê kir wir û bombebaran kir.

Di nava 13 mehên şer yên li Lubnanê, 3 hezar û 961 kes hatine kuştin, her wiha 16 hezar û 520 kes jî birîndar bûne.

Her wiha 82 leşker û 47 kesên sivîl ên îsraîlî jî hatine kuştin.