Nasrallah gefê li Qibris û Îsraîlê xwar: Em ji serekî berfireh re amade ne
PeyamaKurd - Serokê Hizbullahê Hesen Nasrallah gefa hêrişa Komara Qibrisê xwar û got ku ew ji bo şerekî berfireh ê bi Îsraîlê re amade ne.
Nasrallah bi rêya vîdeo-konferansê beşdarî merasîma bîranîna Fermandarê Hîzbullahê Talib Samî Abdullah ê ku di 11ê Pûşperê de, di hêrişa asmanî ya artêşa Îsraîlê ya li dijî başûrê Lubnanê de jiyana xwe ji dest dabû bû û got: “Ger Îsraîl, li dijî Lubnanê hêrişekê pêk bîne, ji ber baregehên xwe ji frokeyên Îsraîlê re vekiriye, em ê Komara Qibrisê jî têxin şêla xwe.”
Yekem gefa li endameke YEyê
Nasrallah balê kêşa ser mijara rahênanên leşkerî yên Îsraîlê yên li Qibrisê û da zanîn ku wan di derbarê ku di egera hêrişa Îsraîlê ya li dijî Lubnanê de, Îsraîl wê frokexane û baregehên leşkerî yên Komara Qibrisê bikar bîne de agahiyên sîxurî wergirtiye.
Nasrallah diyar kir ku di vê mijarê de ew ê Komara Qibrisê wek "aliyê şer" bibînin û li gor wê tevbigerin.
“Ev cara yekem bû ku Serokê Hizbullahê Hesen Nasrallah, bi daxuyaniyeke wiha gef li Komara Qibrisê ya endamê Yekîtiya Ewropayê (YE)ye xwar.
Christodoulides: Em nabin alî
Piştî daxuyaniya Nasrallah, Serokkomarê Komara Qibrisê Nikos Christodoulides destnîşan kir ku ew di navbera Îsraîl û Hîzbullahê de nabin alî.
Hristodulidis bi bîr xist ku alîkariyên mirovî bi rêya welatê wî derbasî Xezzeyê bûne û got: “Qibris; ne pirsgirêk, parçeyek çareseriyê ye.”
Komara Qibrisê di demên borî de car caran destûr dabû artêşa Îsraîlê ku ji bo rahênanên leşkerî qadên wê yên hewayî bikar bîne.
Du baregehên leşkerî û qadên hewayî yên Brîtanyayê yên li giravên Qibrisê yên Agrotur û Dekeliayê, berê di hêrişên cuda yên li Sûriye û Yemenê de hatibûn bikaranîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin