Xamineyî gef li Amerîka û Îsraîlê xwar
PeyamaKurd – Rêberê dînî yê Îranê Elî Xamineyî li ser hesabê xwe yê Xê peyamek belav kir û gef li Amerîka û Îsraîlê xwar.
Xamineyî di peyama xwe de got, “Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Rêjîma Siyonîst ji ber kiryarên xwe yên li dijî Îranê û Bereya Berxwedanê bêguman dê bersiveke tund bidin.”
Di berdewamê de jî got: “Bê guman em ê her tiştî bikin ji bo ku miletê Îranê amade bikin ji bo rû bi rûyî hêzên qure bê, çi leşkerî, çi çekdarî û çi jî siyasî. Jixwe rayedarên me li ser vê yekê dixebitin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin