Xamineyî: Amerîka, hevkarê kujeriya Îsraîlê ye!

25 October 2023 16:30 0 dîtin
Xamineyî: Amerîka, hevkarê kujeriya Îsraîlê ye!

PeyamaKurd- Rêberê Îranê Elî Xamineyî, li ser şerê Îsraîlê yê li dijî Hamasê ku li Xezayê tê kirin axivî. Xamineyî amaje kir ku Amerîka hevkarê kujeriya Îsraîlê ya li Xezayê ye.

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Îranê IRNAyê, Xamineyî di axaftina xwe ya li paytext Tehranê de êrîşên Îsraîlê yên li Xezayê nirxand.

Xamineyî got, "Di vê bûyerê de Amerîka şirîkê eşkere yê kujeriya Îsraîlê ye. Destê Amerîkayê, bi xwîna hemû mezlûman gemar bûye. Amerîka, rêveberiya kujeriyên li Xezayê dike.

Li pişt serdanên serkirdeyên rojavayî yên ji bo Til Evîvê nîgeraniya parçebûn û wêrankirina Îsraîlê heye, Hamasê derbeyek mezin li Îsraîlê xist. Rêveberiya Îsraîlê hewil dide, tola ku nikare ji Hamasê hilde bi bombekirinê ji xelkê sivîl digire.”

Xamineyî sebira gelê Xezayê jî nirxand û got: "Şervan li bendê ne, ji bo çalakiyê amade ne, moral, motîvasyon û şiyana xwe ya çalakiyê parastiye û dê berdewam be.”