Îsraîlê bersiva gefên Nasrallah da: Hay ji hêza Artêsa Îsraîlê nîne!
PeyamaKurd - Serfermandarê Artêşa Îsraîlê Herzî Halewî, piştî gefên Serokê Hizbullaha Lubnanê Hesen Nasrallah û lêdana hedefên Hizbullahê got ku Hizbullah hêza artêşa Îsraîlê pir kêm dizane.
Helawî, ew dîmenên keşfê yên hewayî yên ku li herêmên Îsraîlê ji aliyê balafirên bêmirov ên Hîzbûllaha Lubnanê ve hatine tomarkirin bi sivikî nirxand û got, artêş xwedî qebiliyetên mezin e ku Hizbullah pir kêm pê dizane.
Dema pêwîst bike wê bibînin
Herwiha Halewî di gotara xwe ya bo leşkerên bataryayên pergala parastina moşekî ya Qubeya Hesînî de got: “Hizbullah dîmenên keşfê yên esmanî yên ku qebiliyeta ku em pê nas dikin belav kirin. Helbet derfetên me yên bihêz û bêsînor hene ku bi baweriya min dijmin pir kêm pê dizane. Dema hewce bike û di wextê rast de wê rûbirûyê wan bimînin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin