Îsraîlê bersiva gefên Hizbullahê da: Wê bedelê wê giran be!

15 September 2022 20:42 0 dîtin
Îsraîlê bersiva gefên Hizbullahê da: Wê bedelê wê giran be!

PeyamaKurd – Wezîrê Bergiriyê yê Îsraîlê Benny Gantz, derbarê hevdîtinên bi navbeynkariya Amerîkayê yên li ser sînorê deryayî di navbera Îsraîl û Lubnanê de daxuyanî dan û bersiv da gefên Hizbullaha Lubnanê.

Gantz di konferanseke Zanîngeha Recihman de diyar kir ku heger Hizbullah destwerdanekê bike dê encamên wê jê re xirab bin û got: "Heger vê bikin, wê bedelê wê Lubnan bide.”

Gantz herwiha anî ziman ku ew ji bo rêkeftineke di berjewendiya Îsraîl û Lubnanê de ku aborî û enerjiya herdu aliyan bipêş dixe re amade ne.

Demek berê Hizbullaha Lubnanê derbarê sînorên deryayî de, gef li Îsraîlê xwaribûn.