Îsraîl bo êrîsa Hizbullahê: Em serekî berfireh naxwazin, lê jê re amade ne!
PeyamaKurd – Piştî moşekbarana Hizbullaha Lubnanê bi ser girên Golanê de ku artêşa Îsraîlê jî li sînorên Lubnanê bersiva wê êrîşê da û binkeyên Hizbullahê bombebaran kirin, artêşa Îsraîlê daxuyanî derbarê aloziyê de da.
Berdevkê Artêşa Amnon Scheffler li ser aloziya ku îro zêde bûye ragihand, “Em mezinkirina şerekî berfireh naxwazin, lê helbet em ji vê re amade ne. Çi pêwîst be emê bikin.”
Piştî moşekbarana îro danê sibehê ya Hizbullahê Radyoya Artêşa Îsraîlê ragihandibû ku bi êrîşên asmanî û topbaranê bersiva êrîşa Hizbullahê li sînorê başûrê Lubnanê hatiye dayîn.
Hizbullaha Lubnanê jî ragihandiye ku wan bi sedema êrîşên asmanî yên Îsraîlê bi ser Lubnanê de, wekî bersivdan êrîşî xalên Îsraîlê kiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin