Ji Îsraîl û Hizbullahê êrîsên bersivdanê: Ser berfireh dibe

22 September 2024 10:02 0 dîtin
Ji Îsraîl û Hizbullahê êrîsên bersivdanê: Ser berfireh dibe

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku artêşa Îsraîlê piştî moşekên Hizbulaha Lubnanê yên bi ser bakurê Îsraîlê ve hatin avêtin, êrîşeke berfireh bi balafirên şer li ser Lubnanê da destpêkirin.

Hizbullahê ragihandiye ku wan bi 155 moşekan kargeh û cebilxaneyên Îsraîlê kirine armanc.

Herwiha moşekeke Hizbullahê li nêzîkî bajarê Hayfayê ketiye û 3 kes birîndar bûne ku moşekbaran heta îro sibehê jî dewam kir.

Di dîmenan de, xuya kir ku moşekên Hizbulahê li hewayê ji aliyê sîstema parastina hewayî ya Îsraîlê (Quba Hesinî) ve hatin teqandin.

Hizbulahê gotiye, di êrîşên de moşekên “Fadî-1 û Fadî-2” hatine bikaranîn û Baregeha Asmanî ya Ramat Davidê jî bûye hedef.

Artêşa Îsraîlê jî ragihand ku wan xalên Hizbulahê yên li Lubnanê xistine û Îsraîlê droneke ku ji Iraqê rabûye jî îmha kiriye.