Dubare êrîsên Hizbullahê li ser Îsraîlê!

16 August 2024 08:58 0 dîtin
Dubare êrîsên Hizbullahê li ser Îsraîlê!

PeyamaKurd – Tevgera Hizbullah a Lubnanê ragihand ku li bakurê Îsraîlê êrîşî bajaroka Şamir a neqanûnî û baregeha leşkerî ya Xirbet Maar kirine.

Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji aliyê Hîzbullahê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku li Îsraîl bajaroka nû ya neqanûnî Şamir jî di nav hedefên Îsraîlê da ye û cara ewil bi moşeka Katyuşayê hat armanckirin.

Hat destnîşankirin ku êrîşa navborî ji bo tolhildana êrîşên Îsraîlê yên li ser gund û bajarokên başûrê Lubnanê bi taybetî Mercayûnê hatiye kirin.

Di daxuyaniya din a Hîzbullahê de hat diyarkirin ku li bakurê Îsraîlê li dijî baregeha leşkerî ya Xirbet Maar bi balafirên bêmirov ên kamikaze êrîşek hatiye lidarxistin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di êrîşê de çeperên dijmin "bi rastiyeke tevahî" hatine armancgirtin.

Televîzyona Kanal 12 ya Îsraîlê ragihand ku moşeka ku ji Lubnanê hat avêtin li navçeyeke vekirî ya li taxa Şamirê ket û li wir şewat derket.