Di êrîsên Îsraîlê de 2 endamên Hizbullahê hatin kustin
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku di encama du êrîşên cuda yên Îsraîlê û 3 êrîşên DAIŞê de di nav 48 saetên dawî de 6 leşkerên sûrî hatin kuştin.
Hate diyarkirin ku di êrîşa Îsraîlê ya li ser riya Şam-Beyrûdê de ku otomobîleke Hizbullahê hate armanckirin de 2 endamên hizbullahê hatin kuştin û ajokar jî bi giranî birîndar bû.
Herwiha Îsraîlê li parêzgeha Tertûsê jî êrîş bir ser 2 avahiyên taxa Qilû ku encama wan êrîşan eşkere nebûye.
Berevajî ragihandina Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) medya fermî ya Sûriyê jî derbarê êrîşên Îsraîlê de diyar kiriye ku ti windahiyên canî çênebûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin