Di hêrisa Îsraîlê de yek jê fermandar 4 endamên Hizbullahê hatin kustin
PeyamaKurd - Tevgera Hizbullahê ragihand ku di hêrişa asmanî ya Îsraîlê ya li ser başûrê Lubnanê de yek jê fermandar 4 endamên wan hatine kuştin.
Hizbullahê di derbarê ziyanên canî û malî yên hêrişa Îsraîlê de daxuyaniyekê belav kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Talib Samî Ebdullah ê ku navê wî weke “fermandar” dihat bikaranîn û her wiha Muhammed Huseyîn Sabra, Alî Selîm Sufan û Huseyîn Kasim Hamîd jiyana xwe ji dest dane.
Di nûçeyên di medyaya herêmî ya Lubnanê de hat gotin ku Ebdullah di sala 1969an de li gundê Adşît ê başûrê Lubnanê ji dayik bûye û yek ji fermandarên meydanî yên Hizbullahê yên li herêma başûrê Lubnanê bû ye.
Hat destnîşankirin ku di êrîşa hewayî ya ku bi şev ji teref Îsraîlê ve li ser gundê Cuvaya ku bi qasî 15 kîlometreyan dûrî sînor e, Abdullah û endamên Hîzbullahê hatin kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin