Îsraîlê li Beyrûdê kustina fermandarekî din ê Hizbullahê ragihand

04 October 2024 16:50 0 dîtin
Îsraîlê li Beyrûdê kustina fermandarekî din ê Hizbullahê ragihand

PeyamaKurd - Artêşa Îsraîlê ragihand ku fermandarê berpirsê ragihandinê yê Hizbullaha Lubnanê, Mihemed Reşîd Skafî di êrîşeke wan de hatiye kuştin.

Hate diyarkirin ku Skafî duh 3yê Cotmehê di êrîşeke ser Beyrûdê de hatiye kuştin ku cihê wî piştî agahiyên îstixbarî hatiye zanîn.

Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichai Adraee li ser Xê  parve kir, artêşa Îsraîlê fermandarê pergala ragihandinê ya Hizbullahê Mihemed Reşîd Skafî tune kir.

Adraee da zanîn, Skafî yek ji rayedarên kevin ên Hizbullahê ye, ji sala 2000î ve wezîfeya fermandariya pergala ragihandinê dike û di nava partiyê de xwedî pisporî û erkên berfireh bû.