Îsraîlê kustina fermandarekî din ê hêzên Îslamî ragihand
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku artêşa Îsraîlê li nav Lubnanê fermandarekî din ê hêzeke Îslamî kuştiye.
Li gorî medya Îsraîlê, keştiya şer a Îsraîlê ber bi peravên başûrê Lubnanê ketiye tevgerê, herwiha artêşa Îsraîlê ji bo kêmkirina ziyanên sivîl hişyariyê dide ji bo valakirina taxên başûrê Beyrutê da ku êrîşî ser navçeyê bike.
Di çarçoveya êrîşên Îsraîlê de li navçeya Beqa ya Lubnanê balafirên şer ên Îsraîlê êrîşî navçeya Beqa ya rojava kirine, ku yekem car e Îsraîl di vê heyamê de êrîşî wê navçeyê dike.
Herwiha artêşa Îsraîlê otomobîlek hedef girtiye ku di wê êrîşê de rêveberekî payebilindê komên Îslamî yê bi navê Mihemed Dehruc ku yek ji rêveberên berê ligel Ebdula Ezam bûye hatiye kuştin. Li gorî nûçeyê ew yek ji rêveberên payebilindê komên Îslamî yên li Afganîstanê bûye û li dijî Yekitiya Sovyet şer kiriye û paşê bûye yek ji damezrînerê El Qaîdeyê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin