Îsraîlê kustina fermandarê Cîhada Îslamî ya Filîstînê ragihand

11 October 2024 19:35 0 dîtin
Îsraîlê kustina fermandarê Cîhada Îslamî ya Filîstînê ragihand

PeyamaKurd - Artêşa Îsraîlê, îro 11ê Cotmehê bi daxuyaniyekê ragihand ku fermandarê Tevgera Cîhada Îslamî yê Kampa Nûr Şems a koçberên Filistînê, hatiye kuştin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, di êrîşa Îsraîlê ya li herêma Tolkerem a Şerîaya Rojava de fermandarê Kampa Nûr Şems ê rêxistina Cîhada Îslamî Mihemed Ebdullah û çekdarekî din hatine kuştin.

Mihemed Ebdullah, li şûna Mihemed Cabir (Ebû Şûcai) ku 29ê Tebaxê li Kampa Nûr Şems hatibû kuştin, hatibû peywirdarkirin.

Artêşa Îsraîlê diyar kiriye, destê Mihemed Ebdullah di gelek êrîşên li ser herêmê de hebûye.

Ji aliyê Tevgera Cîhada Îslamî ve derbarê kuştina wî fermandarî de ti daxuyanî nehatiye dayîn.