Fermandarê Cîhada Îslamî di bombebarana Îsraîlê de mir
PeyamaKurd – Fermandarê payebilind ê rêxistina Cîhada Îslamî û kesekî din di êrîşa hewayî ya ku ji aliyê Îsraîlê ve avahiyek apartmanê ya li Şerîda Xezzeyê kir hedef hatin kuştin.
Di êrîşa bi şev de, balafireke şer qata pêncemîn a avahiyek apartmanekê li Xan Yûnis, li başûrê Zîvala Xazzeyê kir armanc.
Roja Çarşemê zêdetirî 460 rokêt ji zîvala Gazayê ber bi Îsraîlê ve hatin avêtin.
Artêşa Îsraîlê ragihand, di şerê herî tund ên 9 mehên dawî de li Xezzeyê zêdetirî 130 hedef hatine xistin.
Çavkaniyên Filistînî ragihandin, di pevçûnên vê hefteyê de herî kêm 24 Filistînî hatin kuştin ku 3 ji wan fermandarên Cîhada Îslamî bûn.
Baskê leşkerî yê Cîhada Îslamî piştrast kir ku Elî Hesen Ebû Galî, serokê yekîneya rokêtan a komê miriye.
Cîhada Îslamî ku piştî Hamasê duyemîn rêxistina herî mezin a li Xezzeyê ye, daxuyand ku wê tola Filistîniyên ku hatine qetilkirin bê hilanîn.
Artêşa Îsraîlê jî piştrast kir ku Galî û 2 endamên din ên Cîhada Îslamî li Xezzeyê bûne hedef. Di daxuyaniyê de hat îdiakirin ku Galî kesekî sereke yê Cîhada Îslamî ye û berpirsê êrîşên bi roketan ên vê dawiyê yên li dijî Îsraîlê ye.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu diyar kir ku êrîşên Îsraîlê bi dawî nabin.
Tebaxa borî di pevçûnên navbera Îsraîl û Cîhada Îslamî de li Gazzeyê 49 Filistînî hatibûn kuştin.
Li Şerîeya Rojava ya Îsraîlê jî ji ber êrîşên artêşa Îsraîlê rewş aloz e. Di dema ku 2 Filistînî li bajarokê Kabatiya ji aliyê hêzên Îsraîlê ve hatin kuştin, artêşê ragihand ku herduyan gule berdane wan. Di pevçûneke din a li Tubasê de leşkerekî Îsraîlê bi giranî birîndar bû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin