Artêsa Îsraîlê: Fermandarê Refahê yê Cîhada Îslamî hate kustin
PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku Fermandarê Cîhada Îslamî yê herêma Refahê ya Xezeyê Eymen Zarubî di êrîşekê de hatiye kuştin.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin, “Saziya Ewlekariya Navxweyî Şîn-Bet û Artêşa Îsraîlê bi operasyoneke hevpar Fermandarê Refahê yê Cîhada Îslamî Eymen Zarub bêbandor kir.”
Hatiye bibîrxistin ku Zarub di êrîşa 7ê Cotmeha 2023yan a Hemasê ya bi ser Îsraîlê de jî cî girtiye,
Heta niha ji aliyê Hemasê û Cîhada Îslamî ve li ser kuştina Zarub daxuyaniyek nehatiye dayîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin