Artêsa Îsraîlê ber bi navenda Refahê ve pêsve diçe

18 June 2024 09:00 0 dîtin
Artêsa Îsraîlê ber bi navenda Refahê ve pêsve diçe

PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê avahiya rêwiyan a li Deriyê Sînor ê Refehê ku di navbera Şerîda Xezze û Misrê de ye û tekane deriyê Xezzeyê ye ku ji derveyê Îsraîlê re ji derve re vedibe şewitand û ji ber wê jî nayê bikaranîn.

Li gor agahiya ku ji çavkaniyên herêmî hat sitendin, artêşa Îsraîlê avahiya rêwiyan di nav wan da odeya bendewariyê ya li aliyê Xezzeyê yê Deriyê Sînor ê Refahê ku di 7ê Gulanê da kontrol kiribû û gelek tesîsên li kêleka wê jî şewitandin.

Di dîmenên ku gelek bikarhênerên medyaya civakî yên Filistînî parve kirin de tê dîtin ku avahiya navborî bi tevahî şewitiye.

Li gor agahiyên ku ji şahidan hatin girtin, di roja duyemîn a Cejna Qurbanê de gelek wesayitên leşkerî yên Îsraîlê yên li Korîdora Philadelphia ya li ser sînorê Misir-Filistînê bi cih bûne, ber bi navenda bajarê Refahê ve bi pêş ve diçin.

Hat diyarkirin ku beriya ku leşkerên Îsraîlê ber bi navenda bajarê Refahê ve bi pêş ve biçin, balafirên şer ên artêşa Îsraîlê êrîşên dijwar birin ser herêmê. Hat diyarkirin ku di êrîşê de kuştî û birîndar hene.