"Armanca me ew e ku em nehêlin artêsa Îsraîlê bajarê Refahê dagir bike"

18 March 2024 12:01 0 dîtin
"Armanca me ew e ku em nehêlin artêsa Îsraîlê bajarê Refahê dagir bike"

PeyamaKurd – Serokê Filistînê Mahmûd Abbas diyar kir ku armanca wan ew e ku nehêlin artêşa Îsraîlê bajarê Refahê ya li başûrê Şerîda Xezzeyê dagir bike.

Li gor nûçeya ajansa nûçeyan a Filistînê WAFAyê, Abbas Wezîrê Karên Derve yê Brezîlyayê Mauro Vieira ku ji bo hevdîtinan hatibû Filistînê li Koşka Serokomariyê ya li bajarê Ramallaha Şerîeya Rojava ya ku dagirkirî ye qebûl kir.

Abbas di hevdîtinê de wiha got: "Ji bo me meseleya lezgîn û ya sereke ew e ku em rê nedin hêzên dagirker ên Îsraîlê bajarê Refahê ku zêdeyî 1,5 milyon Filistînî lê koçber bûne dagir bike û bibe sedema felaketeke însanî."

Abbas daxwaz kir ku ji bo pêşîgirtina li êrîşeke wiha Îsraîl, hewldanên navneteweyî bên zêdekirin û xwest ku hewldanên navneteweyî Îsraîliyan mecbûr bike ku destdirêjiya xwe rawestîne, hemû deriyan ji ketina alîkariyên mirovî re veke û dest bi jinûve avakirina Xezzeyê bike.

Abbas di hevdîtinê de derbarê rewşa siyasî ya li herêmên Filistînê û hewldanên ji bo rawestandina qetlîama ku gelê Filistînê hatiye kirin de agahî da Vieira.

Serokwezîrê Demî Muhammed Ştiyye yê ku di civînê de amade bû diyar kir ku ji bo pêşî li agirbestê bê girtin, êrîşên li ser Şerîda Xezzeyê bên rawestandin û hemû deriyên sînor ji bo ketina alîkariyên tibî û însanî bên vekirin.