Artêsa Îsraîlê: Me bajarê Xezeyê bi temamî dorpêç kir
Peyamakurd- Berdevkê Artêşa Îsraîlê diyar kir ku wan bajarê Xezeyê kiriye du beş û bi temamî dorpêç kiriye.
Berdevkê Artêşa Îsraîlê Danîel Hagarî di civîneke çapemeniyê de li ser êrişên li Xezzeyê daxuyanî da.
Danîel Hagarî diyar kir ku hêzên Îsraîlê Xeze bi temamî dorpêç kiriye û kiriye du beş û got:
“Îro êdî bakurê Xezeyê û başûrê Xezeyê heye.”
Danîel Hagarî diyar kir ew dê destûrê bidin ku sivîlên li bakurê Xezeyê derbasî başûr bibin.
Berdevkê Artêşa Îsraîlê di bersiva pirsa êrişên li ser Xezeyê de diyar kir ku hêzên Îsraîlê niha li herêmê êrişên berfireh dikin.
Bombebaranê tevahiya şevê dewam kir
Li aliyê din balafirên şer ên artêşa Îsraîlê tevahiya şevê li Xezeyê gelek cih bombebaran kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin