Artêsa Îsraîlê banga valakirina bakurê Xezeyê kir
PeyamaKurd - Artêşa Îsraîlê li bakurê Xezeyê ji xelkê xwest ku ji wir derkevin ku tê çaverêkirin êrîşek li wir pêk were.
Şêniyê bakurê Xezeyê dane xuyakirin ku artêşa Îsraîlê bi ser wan de belavokên agahdariyê avêtine û ji wan xwestine herêmê vala bikin û derbasî başûrê Xezeyê bibin.
Hêjayî gotinê ye, şerê Îsraîl-Hemasê ji 7ê Cotmeha 2023yan ve zêdetirî salekê ye berdewam dike û wêraniyeke mezin bi xwe re aniye ku niha şer bo Lubnanê jî hatiye veguhestin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin