Artêsa Îsraîlê operasyonên nava rojê yên Refahê rawestand

16 June 2024 09:31 0 dîtin
Artêsa Îsraîlê operasyonên nava rojê yên Refahê rawestand

PeyamaKurd – Li gorî daxuyaniya Artêşa Îsraîlê wê êdî di navbera demjimêrên 08:00 û 19:00 de li Refahê operayonên leşkerî neyên kirin.

Radyoya Artêşa Îsraîlê ragihand, artêşê operasyonên nava rojê yên bajarê Refah yê Xezeyê rojane bo  11 saetan rawestandiye.

Li gorî daxuyaniyê, wê ji deriyê Karam Şalom hete rêya Selahadînê her sibeh ji 08:00 heta 19:00 operasyonên bên rawestandin. Artêşê diyar kiriye ku rawestandina operasyonan li wê derê berdewamî ye.