Artêsa Îsraîlê: Operasyonên me yên bejahî dewam dikin

30 October 2023 17:00 0 dîtin
Artêsa Îsraîlê: Operasyonên me yên bejahî dewam dikin

PeyamaKurd- Artêşa Îsraîlê ragihand ku leşkeran "operasyonên bejahî" yên li Şerîda Xezayê ya dorpêçkirî dewam dikin.

Di daxuyaniya ku ji aliyê artêşê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku leşkeran li Xezayê tevahiya şevê "operasyonên bejayî" berdewam kirin.

Hat ragihandin ku di operasyonan de di navbera hêzên Îsraîlî û komên Filistînî de pevçûn derket û "gelek endamên" baskê leşkerî yê Hamasê Tugayên Îzzeddîn el-Qesam hatin kuştin.

Artêşa Îsraîlê 27ê Cotmehê ragihand ku çalakiyên hêzên bejahî yên li derdora xetê dê berfireh bibin.