Cîhada Îslamî ya Filîstînê: Li Sûriyê 3 endamên me bi êrîsa Îsraîlê hatin kustin

29 August 2024 18:48 0 dîtin
Cîhada Îslamî ya Filîstînê: Li Sûriyê 3 endamên me bi êrîsa Îsraîlê hatin kustin

PeyamaKurd - Tevgera Cîhadî ya Îslamî ya Filîstînê ragihand ku hejmarek endamên wan di encama êrîşeke Îsraîlê de li Sûriyê hatine kuştin.

Li gorî zanyariyan, doh Îsraîlê li ser rêya Şam–Beyrûdê li nêzî sînorê Lubnanê otomobîlek bombe kiribû.

Cîhadî ya Îslamî ya Filistînê eşkere kir ku 3 endamên wan ku yek jê fermandar e di encama wê êrîşê de hatine kuştin.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin, endamên koma Seraya Qudsê ya girêdayî Cîhada Îslamî û şerê Tofana Eqsayê de di wê êrîşê de can dane.

Li aliyê din Rêxistina Mafê Mirovan a Sûriyê (SOHR) jî ragihand, ji 25 cotmeha sala 2023yan û heta niha, Îsraîlê 14 operasyonên kuştinê li dijî komên girêdayî Îranê pêk anîne û tê de 56 çekdar û fermandar hatine kuştin.SOHRê daye zanîn, komên girêdayî Îranê xwediyê nêzî 65 hezar çekdar in û li rojava û başûrê Sûriyê belav bûne.