Wezîrê Îsralê: Bi hezaran endamên Hemas û Cîhada Îslamî li Sûriyê hene

10 March 2025 19:38 0 dîtin
Wezîrê Îsralê: Bi hezaran endamên Hemas û Cîhada Îslamî li Sûriyê hene

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Îsraîlê Gideon Saar ragihand ku bi hezaran endamên Tevgera Hemas û Cîhada Îslamî li Sûriyeyê ne û dixwazin eniyeke nû li dijî Îsraîlê vekin.

Gideon Saar îro 10ê Adarê bi hempîşeyê xwe yê Luksemburgê Xavier Bettel re hevdîtin kir.

Saar di hevdîtinê de got, bi hezaran endamên Hemas û Cîhada Îslamî yên filistînî li Sûriyeyê hene û hewl didin eniyeke nû li dijî welatê wî vekin.

Gideon Saar diyar kir, Îsraîl dê rê nede ku bûyerek li ser sînorê wê yê bi Sûriyeyê re çêbe.