Wezîrên berevaniyê yên welatên endamên NATOyê dê li Brukselê bicivin
PeyamaKurd - Wezîrên berevaniyê yên welatên endamên NATOyê, dê li Brukselê di bin sekreteriya Mark Rutte de bicivin. Rutte cara yekem wê serpereştiya civîna wezîran bike.
Mijarên civînê dê li ser berevaniya NATOyê, li ser zêdekirina desteka Ûkraynayê, herêma Asya-Pasifikê, kûrkirina têkiliyên bi Yekîtiya Ewrûpa re, xebatên mîsyonên NATOyê yên li Kosowa û Iraqê bin.
Civîn, wê li baregeha NATOyê ya Brukselê siba dest pêbike. Wezîrê berevaniyê yê Ûkraynayê Rostem Umerov wê di celsa konseya NATO-Ukrayna de hebe û rewşa dawî ya li seha şer ya Ûkraynayê pêşkêş bike.
Rutte, bi rojnamevanan re li ser rojeva civînê axifî û got ku di civîna meha Temmûzê de çawa gotibûn, wê bêhtir li ser mesrefên bergiriyê û zêdekirina veberhênan be jî û bi aktorên girîng yên sanayiya berevaniyê re hevdîtinan kiriye.
Rutte, her weha li ser desteka Ûkraynayê got ku plana desteka YE yê bi miqdarê 40 milyar Euroyê li gor planê dimeşe û NAT0 xwe amade dike da ji bo 6 mehên ewilî desteka bi 20,9 milyar Euroyê bicîh bîne. Rutte ragihand ku wê rojekî Ûkrayna bibe endamê NATOyê jî.
Koordînasyona destekên ku bigihînin Ûkraynayê wê di bin sîwana NATO de bibe. Rutte got ku baregeha Almanya ziyaret kiriye wê di nav çend mehan de bibe baregehekî operasyonel.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin