Trump pêsniyar kir ku welatên Rojhelata Navîn jî bibin endamên NATOyê
PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump, daxwaz ki ku NATO kir ku eniya xwe berfireh bike û hejmareke welatên Rojhelata Navîn jî bibin endamên wê.
Donald Trump duhî, Pêncşembê (09.01.2020) li Koşka Sipî di civînekê rojnmevaniyê de got, “Ez di wê bawerîyê de me ku pêwîst e NATO bê berfirehkirin û Rojhilata Navîn jî vegire.”
Trump herwiha anî zimên, "DAIŞ pirsgirêkeke navdewletî ye, em dixwazin serbazên me vegerin welat, bila NATO ber bi pêşve bê û pêngavên xwe biavêje. Me rê li ber DAIŞê girt û nehişt bigihe Ewrûpayê, divê ji niha û pê ve ve NATO roleka zêdetir bilîze.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin