Welatên ji Venezuelayê petrol û gazê bikirin, wê Trump givasan deyne ser wan
PeyamaKurd – Serokê DYAyê Donald Trump ragihand ku welatên ji Venezuelayê pertol û gazê bikirin, wê ji 2 yê Nîsanê û bi şûnde, %25 tarîfa baca gumrikê deynin ser wan welatan.
Trump, ragihandina xwe di ser hesabê xwe yê medya civakî, di ser Truth Social de parvekir. Trump got ku Venezuela bi zanîn û bi hîle bi deh hezarî kesên sûcdar, bi dizî şandiye Amerîkayê (DYA).
Venezuela li hemberê Amerîka û azadiyan bi dijminane tevgeriyaye. Ji ber wê, welatên ku ji Venezuelayê petrol an gazê bikirin, bi DYAyê re çi bazirganiyê bikin, wê %25 bacê bide. Wê biryar di 2yê Nîsanê de bicîh were.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin