Tirkiye di seha enerjî, petrol û gazê de bi Senegalê re peyman îmze kir
PeyamaKurd – Tirkiye piştî li Somaliyê dest bi lêkolîna sîsmîkê kir, niha jî bi Senegalê re di seha enerjî, petrol û gazê de peyman îmze kir. Li gor ragihandina wezaretê, Tirkiye di salên dawiyê de bi welatên Afrîka re dîplomasiya enerjiyê zêdetir kiriye.
Tirkiye, bi dewletên Nîjer, Misir, Somalî, Fas û Cezayirê di seha enerjî û madenê de gelek peymanan îmza kir û niha bi Senegalê re peyman îmza kir.
Serokkomarê Senegalê Bassirou Diomaye Diakhar Faye, di wexta ji aliyê serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan de hat dawetkirin bo Ankara, di navbera her dû dewletan de peyman îmza kirin.
Ji aliyê Tirkiyê wezîrê enerjiyê û çavkaniyên xwezayî Alparslan Bayraktar peymanê bi wezîrê karên derve yê Senegalê bi Yassine Fall re îmza kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin