Nûnerê Trump, Witkoff yekem car serdana Rojhilata Navîn dike
PeyamaKurd – Nûnerê Serokê Amerîkayê ji bo Karûbarên Rojhilata Navîn Steve Witkoff ji CNNê re ragihand ku ew dê ji bo agirbesta navbera Hemas û Îsraîlê vê hefteyê serdana Rojhilata Navîn bike.
Steve Witkoff got, “Divê pêşveçûn di qonaxa yekem ya agirbesta navbera Hemas û Îsraîlê de hebe, lewma ez di vê heftiyê de serdana deverê dikim, ji bo ku em di wî warî de danûstandinan bikin.”
Nûnerê Taybet ê Donald Trump da zanîn, “Mimkun e serdana min roja Çarşemê be, ez hêvîdarim em bikarin di dema xwe de dest bi qonaxa duyem ya agirbestê bikin û zêdetir revandî bên azadkirin.”
Hêjayî gotinê ye, qonaxa duyem a agirbesta Xezeyê ketiye xeteriyê û Îsraîlê jî berdana girtiyên filîstînî bipaş xistiye.
Agirbesta Xezeyê 19ê Çileyê 2025an hatibû kirin ku ji sê qonaxan pêk tê û nêzîk e qonaxa yekem a bidawî bê.
Qonaxa yekem a agirbestê ji lihevguhertina 33 rehîneyên Îsraîlî û du hezar girtiyên Hemasê pêk dihat. Qqonaxa duyem jî ji vekişîna hêzên Îsraîlê ji Xezeyê û azadkirina 60 revandiyên Îsraîlê pêk tê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin