Nûnerê Trump, Witkoff li ser Putin daxwuyaniyan da

23 March 2025 00:01 0 dîtin
Nûnerê Trump, Witkoff li ser Putin daxwuyaniyan da

PeyamaKurd – Nûnerê taybet yê serokê Amerîkayê Trump, Steve Witkoff, di derbarê hevdîtina bi serokê Rûsyayê Vladimir Putin re, Putin lîderekî bi erênî binav kir lê rewşa serokê Ûkraynayê Zelenskiy ku di rewşekî zorê de ye, rave kir. Steve Witkoff, di hefta borî de hevdîtinê kiribû û weha got:

“Ez Putin zilamekî xerab nabînim. Ew lîderekî ku 3 sale şerê ku dewam dike, dixwaze bi dawî bike.”

Xwuya dike ku piştî Trump hat ser hukum, têkiliyên navbera Rûsya û DYAyê baş dibin. Nûnerê Trump Steve Witkoff, bi rojnamevan Tucker Carlson re hevpeyvînekî kir û li ser hevdîtina bi Putin re ya li Moskovayê kiribû axifî. Witkoff got:

“Hevdîtina me ya bo çend seetan, erênî û li ser bingeha çareseriyê bû. Ez difikirim ku Putin li hemberê min durist bû. Ez wî zilamekî xerab nabînim. Ew lîderekiye ku diixwaze şerê 3 sale dewam dike, bi dawî bike. Zelenskiy, di rewşekî gelek zor de ye lê li hemberê wî welatekî nuklerî heye.”

Putin, ji Witkoff re gotiye ku dema bi çekê li Trump xistine, Putin çûye bi keşê dêrê re hevdîtin kiriye û ji keşe xwestiye bo serokê DYAyê ji Trump re di’a bike. Witkoff, weha dewam dike:

“Putin got: ‘Ne bo Trump serokê Amerîkaye, ji ber pê re hevaltîkî wî heye û bo hevalê xwe di’a dikir.’ Putin bi hunermendekî bi nav û deng yê Rûsyayê portrekî delal yê Trump daye çêkirin û jê xwestiye ku portrê bibe bide Trumpî.”

Witkoff her weha got ku li pêşiya serokê Ûkraynayê Zelelnskiy bijartinekî bi zahmet heye û Zelenskiy di reşwşekî zahmet de ye ji ber li hemberê wî welatekî nuklerî heye. Divê zanibe wê li erdê bikeve. Bo peymanê çêbike wexta wî ya herî baş e.