Nûnerê Taybet ê Trump Witkoff: Dibe ku Trump û Putin vê hefteyê bicivin
PeyamaKurd – Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê Donald Trump Steve Witkoff ragihand ku Trump û Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn dikarin vê hefteyê bicivin.
Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê Donald Trump Steve Witkoff derbarê rewşa dawî ya Şerê Rûsya û Ûkraynayê de daxuyanî da.
Witkoff got ku ew li bendê ne ku Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin vê hefteyê biaxivin.
Witkoff bal kişand ser wê yekê ku koma danûstandinan a Amerîkayê dê vê hefteyê bi aliyên Ukrayna û Rûsî re hevdîtinan pêk bîne û got, "Hêvîdar im di bidawîkirina şerê Rûsya û Ûkraynayê de em ê pêşketineke rast bibînin."
Witkoff got ku Pûtîn felsefeya Trump qebûl kiriye û ragihand ku Trump di bidawîkirina şer de israr kiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin