Pistî hatina Trump Netanyahû yekem serdana Washingtonê dike
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû, piştî ku Serokê Amerîkayê Donald Trump 20ê Çile sond xwar û dest bi kar kir, yekem serdana xwe ya bo Washingtonê dike.
Çavkaniyên Îsraîlî û Amerîkî ji Malpera Wala ya Îsraîlî re ragihandin, Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu niyet heye di rojên 3 û 5ê Sibatê de ango hefteya bê serdana Washingtonê bike.
Berpirsên Bilind ên Îsraîlê dane zanîn ku ev geşta ku bername jê re hatiye danîn girêdayî rewşa tenduristiya Netanyahû ye.
Hatiye diyarkirin ku wê Netanyahû bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re bicive û mijara sereke ya danûstandinan jî Lubnan û Xeze ne.
Netanyahî herî dawî Tîrmeha 2024an serdana Washingtonê kiribû û bi Serokê Amerîka yê berê Joe Biden re civiyabû û 24ê Tîrmehê jî gotarek li Kongreya Amerîkî pêşkêş kiribû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin