Koreya Bakur pistî hatina Trump yeke ceribandina moseka nukleerî pêk anî

26 January 2025 15:39 0 dîtin
Koreya Bakur pistî hatina Trump yeke ceribandina moseka nukleerî pêk anî

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Koreya Bakur piştî destbikarbûna Serokê Amerîkayê Donald Trump, yekem ceribandina moşeka nukleerî ji binê avê ve hatiye pêkandin, pêk anî.

Ji Saziya Moşekan a Koreya Bakur hate ragihandin ku pekandina fuzeya seyrê ya stratejîk bi pêşengiya Kim Jong bi awayekî serkeftî hatiye encamdan.

Herwiha hate diyarkirin ku pêkandina wê fuzeyê bandoreke neyînî li ser welatên cîran nekiriye û li ser navê Kim Jong jî hate gotin ku dê welatê wan pêşxistina wan moşekan berdewam bike.

Piştî vê pêngava Koreya Bakur berteka rêveberiya Trump tê meraqkirin.