Pistî gefên Koreya Bakur Koreya Basûr dest bi rahênana leskerî
Peyama Kurd - Hêzên deryayî yên Koreya Başûr wê îro li Deryaya Rojhilat, Deryaya Zer û Tengava Koreyê yekemîn rahênana leşkerî ya gulebaranê û deryayî ya îsal pêk bîne.
Hêzên Deryayî yên Koreya Başûr îro bi daxuyanîyekê ragihand ku li dijî gef û provokasyonên Koreya Bakur, ew ê li Deryaya Rojhilat, Deryaya Zer û Tengava Koreyê rahênaneke leşkerî ya mezin pêk bînin.
Hêzên Deryayî di daxuyanîya xwe de wiha gotin: “Di vê rewşa ku ji ber gefên Koreya Bakur ewlehî têkçûye de, em nîşan didin ku em ji egera provokasyonan pêbend in û dikarin çalakiyên xwe yên leşkerî zêde bikin. Em ê bi amadebûneke biryardar, li dijî gef û provokasyonan bersiveke tund bidin dijminê xwe."
Di daxuyanîyê de hate vegotin ku wê di rahênanê de destroyerên weke Wêrankerên Gangwon a bi giranîya 2500 ton, Kim Soo-hyuna bi giranîya 450 ton, Ulchi Moonduka 3200 ton û Cheonana 2800 tonî bêne ceribandin.
Cheonan dê piştî 13 salan bi nûjenkirîbûna xwe re wê yekem car beşdarî rahênana li Deryaya Zer bibe.,
Hêzên Deryayî yên Koreya Başûr tekez kir ku armanca rahênanên wan, nîşandana amadebûyîna egera şer e.
Hêzên deryayî yên Koreya Başûr xwedî nêzîkî 70 hezar personelên birêkûpêk in. Hêza Deryayî her wiha xwedî hêza hewayî ya 70 frokeyan e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin