Herdu welatan, li dijî gefên Koreya Bakur tetbîqat kirin
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku hatin ragihandin, artêşa Koreya Başûr û hêzên Amerîkayê li dijî gefên topxaneya Koreya Bakur, tetbîqatên leşkerî kirin.
Hat diyarkirin ku di tetbîqatê de 5 hezar û 400 leşker û 300 pergalên topan hatin bikaranîn. Hat eşkerekirin ku armanca tetbîqatê ew bû ku di zûtirîn demê de gefên topxaneya Koreya Bakur ji nav bibin.
Li gorî nûçeya Yonhapê, di daxuyaniya nivîskî ya Fermandariya Operasyonên Bejahî ya Koreya Başûr de hat diyarkirin ku tetbîqat di 25ê Cotmehê de dest pê kiriye û dê 3 rojan berdewam bike.
Hat destnîşankirin ku tetbîqata leşkerî di çarçoveya tetbîqata "Hogukê" ya salane ya artêşa Koreya Başûr de ye ku di 13ê Cotmehê de dest pê kiriye û tê plankirin ku heta 22yê Mijdarê berdewam bike.
Hat destnîşankirin ku di tetbîqata ku 5 hezar û 400 eskerên Koreya Başûr û Amerîkayê beşdar bûne de 300 pergalên topavêj û hin balafir hatin bikaranîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin