Trump: Îran li dijî jiyana min gefên mezin dixwe

25 September 2024 14:07 0 dîtin
Trump: Îran li dijî jiyana min gefên mezin dixwe

PeyamaKurd - Serokê berê yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û namzedê serokatiya DYAyê yê Partiya Komarparêz Donald Trump angaşt ku ji Îranê, li dijî wî gellek "gefên mezin ên kuştinê lê têne xwarin û got, "Îranê berê jî hin gavan avêt, lê bi ser neket, lê belê wê careke din jî hewl bidin."

Trump li ser hesabê xwe yê medyaya civakî Truthê daxuyaniyek da.

Trump di daxuyaniya xwe de angaşt ku ji aliyê Îranê ve, li dijî jiyana wî gefên mezin hatine xwarine û wiha dom kir: "Tevahiya artêşa DYAyê temaşe dike û li bendê ye.  Îranê, berê jî ji bo vê yekên hin gavan avêtibû, lê belê bi ser neket. Wa xuya ye wê careke din jî hewl bide."

Trump da zanîn ku Serwîsa Veşarî ya DYAyê bi hejmareke zêde ku di dema serokatiya wî de jî nehatiye kirin bi kesên bi çek dest bi parastina wî kiriye û ji ber vê yekê spasiya xwe pêşkêş kir.

Trump her wiha ji ber ku bi yekdengî budceya zêdek a ji bo Servîsa Veşarî ya DYAyê bi yekdengî pejirandiye, spasiya Kongreya DYAyê jî kir.