Trump: Dibe ku em êriseke leskerî li dijî Îranê pêk bînin

19 June 2019 09:37 0 dîtin
Trump: Dibe ku em êriseke leskerî li dijî Îranê pêk bînin

PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump jî dibêje, egera vê yekê heye ku ew êrişeke leşkerî li dijî Îranê pêk bînin, ji bo ku nehêlin Tehran çekên atomî bidest bîne.

Donald Trump ji medyaya welatê xwe re ragihandiye, êrîşa ser keştiyên veguhastina petrolê li Deryaya Umanê sînordar bûn û tekez dike, “ji aliyê stratejîk ve Kendava Umanê ji Amerîkayê re zêde giring nîne.”

Roja pênşema borî li Deryaya Umanê êrîşî du keştiyên mezin ên veguhastina petrolê hate kirin.Amerîkayê bi fermî û di bilindtirîn ast de, Îran weke berpirsyarê êrîşan nîşan da. Him Serokê Amerîkayê û him jî Wezîrê Derve yê wî welatî Mike Pompeo bi daxuyaniyên cuda, hikûmeta Îranê weke encamderê êrîşan bi nav kirin.

Li aliyekê din, Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê yê bi wekalet Patrick Shanahan aşkere kir, wan biryar daye 1000 serbazên nû bişînin navçeya Rojhilata Navîn.Ev daxuyniya Trump û şandina hêzên zêdetir ên serbazî bo Rojhilata Navîn ji aliyê Amerîkayê ve di demekê de ye, ku Serokomarê Îranê jî ragihandiye, ew bi tu gelên cîhanê re şer nakin.

Hesen Ruhanî herwiha amaje bi dorpêç û sizayên Amerîkayê yên li dijî Îranê kir û got: “Amerîka pabendî sozên xwe nebû û hewla paşguhkirina Îranê dide.” Bi gotina Ruhanî, “Amerîka di neçarkirina welatan de bo danîna dorpêçan li ser Îranê serkeftî nabe” û diyar kir, hewlên Amerîkayê di vê bareyê de rastî şikestinê hatine.