Trump: Dibe ku serkeftina dijî vîrusê zûtirî pêsbîniyan pêk were

22 March 2020 11:53 0 dîtin
Trump: Dibe ku serkeftina dijî vîrusê zûtirî pêsbîniyan pêk were

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Donald Trump got, “Dibe ku serkeftina li dijî vîrûsa korona yê zûtirî pêşbîniyên gelek kesan pêk were.”

Serokê Amerîkayê Donald Trump di civîneke rojnamevanî de ragihand ku dibe serkeftina li ser vîrûsa korona zûtirî pêşbîniyên gelek kesan pêk were.

Donald Trump diyar kir, Rêveberiya Amerîkayê piştî danûstandinên bi Kongreyê re, li dijî belavûna vîrûsa Corona biryarên nû dan.

Trump ragihand ku sînorê Amerîkayê bi Meksîka û Kanadayê re jî hat girtin.

Serokê Amerîkayê da zanîn ku cara ewil e ku ew bangî xelkê dikin li şûna bixebitin nexebitin û gelek welat jî heman tiştî dikin.

Trump herwiha herêma New Yorkê jî wekî herêma karesatan ragihand.