Peyama Trump li ser gefên Îranê

09 July 2018 23:38 0 dîtin
Peyama Trump li ser gefên Îranê

PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand, ku îsal Îranê qet belaya xwe li keştiyên şer ên Amerîkayê yên li kendavê nedaye.

Trump di tîwîtekê de hin amarên ji Hêzên Deryayî yên Amerîka jî eşkere kir.

Li gorî amaran, di sala 2018an de, Îranê qet belaya xwe li keştiyên şer ên Amerîkayê nedaye û pirsgirêk ji wan re dirust nekirine.

Li gorî zanyariyên hêzên deryayî yên Amerîka, Îranê di sala 2015an de 22 caran, di sala 2016an de 36 caran û di sala 2017an de 14 caran kêşe ji bo keştiyên şer ên Amerîkayê çê kiriye.

Di 12ê Çileya 2016an de, hêzên deryayî yên Îranê yên ser bi Supaya Pasdaran ve, 10 leşkerên amerîkî dîl girtibûn û dest danîbûn ser 2 qeyîkên leşkerî yên Amerîkayê.

Ew leşker kêmtir ji 24 saetan di destê hêzên Îranê de girtî man û piştî danûstandinên rayedarên pilebilind ên Îran û Amerîkayê hatin berdan.

Herwiha di salên bihorî de qeyiqên hêzên deryayî yên Îranê gelek nêzîkî keştiyên şer ên Amerîkayê dibûn û ji wan re pirsgirêk derdixistin.