Ji Îranê peyama têkçûna Trump û hêvîdariya ji Joe Biden

08 November 2020 16:54 0 dîtin
Ji Îranê peyama têkçûna Trump û hêvîdariya ji Joe Biden

PeyamaKurd – Serokomarê Îranê Hasan Ruhanî piştî ku serkeftina Joe Biden di hilbijartinên serokatiya Amerîkayê de hat ragihandin got, şansê rêveberiya nû ya Amerîkayê heye ku 'şaşîtiyên xwe yên berê qerebû bike'.

Ruhanî gotiye: "Niha şansek e ku rêveberiya Amerîkayê şaşîtiyên xwe yên berê sererast bike bike û vegere lihevkirinên navdewletî."

Herwiha beriya vê peyama Rûhanî, cîgirê yekem ê serokomarê Îranê Îshaq Cîhangirî jî bang li serokê hilbijartî yê Amerîkayê Joe Biden kir ku vegere peymana atomî û li ser hilbijartina Joe Biden wek serokê Amerîkayê got:

"Vekişîna ji peymanên navnetewî yên jîngehê, sepandina dorpêçan bi ser Îranê de û nijadperestî taybetmendiyên sîyaseta Trump bûn.”

Cîgirê Serokomarê Îranê herwiha diyar kiriye ku ew dê dorpêçan û kuştina Qasim Suleymanî ji bîr nekin û ji bo rêveberiya Joe Biden jî wiha dibêje: “Ez hêvî dikim siyaseta xirabker a Amerîkayê biguhere. Hêvîdarim Amerîka li gorî yasayên navdewletî tevbigere, vegere peymanên navnetewî û hurmeta gelan bigire.”