Koreya Bakur pistî 5 salan tûrîstên biyanî qebûl dike

26 February 2025 15:40 0 dîtin
Koreya Bakur pistî 5 salan tûrîstên biyanî qebûl dike

PeyamaKurd – Şirketa geştiyariyê “Koryo Tours” ku navenda wê li Pekîna paytexta Çînê ye, ragihand ku ji 20-24ê Sibatê ve geşteke 5 rojî ji bo 13 geştyaran bo bajarê sînorî yê Rasonê li bakurê rojhilatê li dar xist ku herêma taybet a aborî ya Koreya Bakur lê ye.

Birêvebirê Giştî yê Koryo Toursê Simon Cockerell got ku rêwiyên ji Brîtanya, Kanada, Yewnanistan, Zelanda Nû, Fransa, Almanya, Awistirya, Awistralya û Îtalyayê bi rêya bejahî ji Çînê derbasî Koreya Bakur bûn.

Cockerell diyar kir,

“Koreya Bakur ji Çileyê 2020an û vir ve ji hemû tûrîstên biyanî re girtî bû. Em kêfxweş in ku di dawiyê de li Rason, herêma herî bakur a Koreya Bakur geştekê dikin.”

Her weha Koreya Bakur di Sibata 2024an de nêzî 100 tûrîstên Rûsî qebûl kiribû. Wezareta Yekîtiyê ya Koreya Bakur, îdiaya daneyên fermî yên Rûsyayê tekez kir ku di sala 2024an da bi tevahî 880 tûrîstên rûs çûne Koreya Bakur.