Amerîka pistî 40 salan cara ewil kestiyeke binavokî disîne Koreya Basûr
PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Joe Biden û jina wî Jill Biden li Qesra Spî mêvandariya Serokê Koreya Başûr Yoon Suk-yeol dikin.
Amerîka û Koreya Başûr ji bo berterefkirina gefên navokî yên Koreya Bakur peymaneke girîng îmze kirin.
Li gor vê peymanê, Amerîka piştî 40 salan cara ewil wê keştiyeke binavokî bişîne Koreya Başûr.
Amerîka jî bi Koma Şêwirmendiya Nukleerî ya ku tê avakirin, Koreya Başûr jî tevlî operasyonên plansaziya nukleerê bike.
Koreya Başûr wê di berdêla wê de nexwaze çekên nukleerî çêbike.
Ev peyman di dema sefera Serokê Koreya Başûr Yoon Suk-yeol ji bo Amerîkayê de hate eşkerekirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin